Li Îranê kampanyayên hilbijartinê dest pê kirin

Kampanyayên ji bo hilbijartinên giştî yên Îranê ku di 1'ê Adarê de bên lidarxistin, dest pê kirin. Di hilbijartinan de yekane tişta ku nayê zanîn rêjeya beşdarbûnê ye.

Li Îranê ji bo hilbijartina 290 parlementeran heyama 4 salan dê di 1’ê Adarê de hilbijartin pêk bê.

Di heman rojê de ji bo hilbijartina 88 endamên Meclisa Pisporan a ku erka tayînkirin û ji wezîfeyêxistina rêbertiyê erkdar e, wê ji bo heyama 8 salan jî deng bên girtin.

Di hilbijartinên giştî de 15 hezar û 200 namzet dê bikevin pêşbirkê. Ev wekî jimareyek tomar tê diyarkirin. Li gorî hilbijartinên sala 2020’an, hejmara berendaman du qat xuya dike. Lêbelê, hin ji van berendaman, bi taybetî di nav deverên piçûk de, ji doktor, endezyar, karmend û mamosteyên ku ne girêdayî tu kom an meylek siyasî ne, pêk tên. Tê îdiakirin ku ev yek ji bo zêdekirina reqabeta di asta herêmî de û rêjeya tevlîbûna hilbijartinan hatiye kirin.

Di nava namzetan de hezar û 713 jin hene. Di sala 2020’an de 819 jin beşdarî hilbijartinê bûbûn.

Piştî qetilkirina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî di Îlona 2022’an de û serhildana bêhempa ya piştî wê ev hilbijartin wê bibin yekemîn. Di dema serhildanê de hêzên dewletê li gorî rêxistinên mafên mirovan zêdetirî 500 kes qetil kirin û zêdetirî 22 hezar kes jî girtin.

Di van hilbijartinan de dê biryara piraniya parlemanteran nibimîne yan na bê dayîn. Ji ber nebûna pêşbaziya rastîn a di navbera kategoriyên "reformxwaz" û “nerm” de ye, pispor vê hilbijartinan di navbera muhafezekar û muhafezekarên tundrew de derbas bibe.

Tiştê ku dimîne nezelaliya beşdarbûna hilbijartinan e. Beşdariya hilbijartinên sala 2020'an ji sedî 42,7 bû ku ji sala 1979'an û vir ve berşdariya herî kêm bû. Çavdêrên siyasî îhtîmala ku rêjeya vê hilbijartinê bigihêje asta herî bilind a 45 salên dawî, vê yekê ji nedîtî ve nayên.