Li gorî Moskowê îdîaya 'li fezayê çekên nûkleerî heye' bêbingeh e!

Rûsyayê nûçeyên di medyaya Amerîkayê de yên ku dibêjin Moskow plan dike ku çekên nûkleerî li fezayê bi cih bike wekî "bêbingeh" bi nav kir.

Karbidestên payebilind ên Emerîkî roja Çarşemê ragihandin ku Emerîka bi gefeke nû re rûbirû ye. 

Li gorî ajansên nûçeyan ên Rûsyayê, Alîkarê Wezîrê Karên Derve Sergey Rîabkov got, "Em bi berdewamî dubare dikin ku em ê bi tu awayî bersivê nedin sûcdariyên cuda yên bêbingeh. Heke daxuyaniyan bidin, divê qe nebe bi delîlan piştgirî bidin wan."
Berdevkê Kremlîn Dmîtrî Peskov got ku ev "xapek" ji hêla Qesra Spî  ye ku Kongreya Emerîkî neçar dike ku pakêtek mezin a alîkariyê ya 60 mîlyar dolar ji bo Ukraynayê qebûl bike.

Peskov got: "Eşkere ye ku Qesra Spî bi rast an xelet hewl dide ku Kongreyê teşwîq bike da ku pêşnûmeya budçeyê bipejirîne. Em ê bibînin ku Qesra Spî dê çi hîleyê bi kar bîne."

Li gorî nûçeya kanala televîzyonî ya Emerîkî ABC û rojnameya New York Times, li ser bingeha berpirsên ku navên wan nehatine eşkerekirin, projeya Rûsyayê ya îdiakirî tenê di qonaxa geşepêdanê de ye û talukeyeke bilez çênake.

Derewên Rûsyayê bi giştî ji aliyê Rojava ve bi şik tê dîtin. Moskow bi hefteyan red kir ku dixwest êrîşî Ukraynayê bike û di dawiyê de di 24’ê Sibata 2022’an de êrîşek mezin da destpêkirin. Bi heman awayî Rûsya jî li hember daxuyaniyên Rojava bi guman e.