Rûsya û Fransa wê di mijara Lîbyayê de bi hev re kar bikin

Lîderê Rûsya Pûtîn ê li gel Serokkomarê Fransa Macron civiya, ragihandin ku di serî de li ser Lîbya û gelek mijaran amadene ku xebatên hevpar bikin.

Li gorî daxuyaniya li Qesra Elyse ya Serokkomariya Fransayê hate kirin, Emmanûle Macron li gel Serok Dewletê Rûsyayê Pûtîn hevdîtinek bi qasî du saetan pêk aniye.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku her du lîder di serî de li ser mijara Lîbya û gelek mijaran bal kişandine ser ‘berjewendiyên hevpar’ û ev hate gotin: “Fransa û Rûsya di mijara gihiştina aramiyê ya Lîbya û ji nû ve bûna yek a saziyan wê xwdî heman nêrînê ne.”

Di hevdîtinê de ku şewba kurewî û mijara ‘serwerî’ ya Ewropayê jî hatiye nirxandin, hate gotin ku li ser mijarên cuda jî daxwazên xwe yên ‘bi hev re kar’ bikin anîne ziman.

FIKARÊN LI SER HEBÛNA TIRKIYEYÊ JÎ HATIN PARVEKIRIN

Di hevdîtinê de mijara şerê navxweyî ya Lîbya ku Tirkiye bi çeteyên peremilîter têkel bûye hatiye sekinîn, hate ragihandin ku Macron ‘hemû fikarên’ xwe yên bihêzbûna Tirkiyeyê ya li Lîbyayê vegotiye. Hate ragihandin ku Macron hebûna koma bi navê ‘Wagner’ a girêdayî rûsya û dîsa hebûna gelek hêzên derve ya piştgiriyê didin Xelîfe Haftter ê li dijî Hikûmeta Yekîtiya Niştimanî ku Tirk destek dike jî rexne kir.

Di nava agahiyên hatin parvekirin de Pûtîn di hevdîtinê de ji bo li Lîbyayê agirbest bê kirin, ji bo bi hev re kar bikin, nêrînên xwe parvekiriye.

Li aliyê din lîderê Rûsya Macron vexwendiye Moskovayê, agahiya ku di mehên pêşiya me de her du lîder li hev bicivin jî hate parvekirin.