Rûsya moşekên nû çêdike

Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihand, ew ê heta nîvê sala 2021'ê wê moşekên nû yên bi menzîla navincî çêbikin.

Piştî ku DYE û Rûsyayê li pey hev gotin wan xwe ji Peymana Hêzên Nukleer a bi Menzîla Navincî (INF) dane alî, di pêşbirka çekdarbûnê de qonaxeke nû derkete holê.

Serokdewletê DYE'yê Donald Trûmp heftiya bihurî bi daxuyaniyekê got di nav 6 mehan de ew ê ji peymana sala 1987'an ku di navbeyna du aliyan de hatibû danîn û çarçoweya wê ew bû ku her du alî jî wê moşekên geştê û balistîk ku yên bi menzîla 500 û 5.500 km îmha bikin, xwe bidin alî.

Li gorî Washîngtonê Rûsya bi çêkirina moşeka bi navê Rûsya Novator 9M729 peyma INF'ê binpê kiriye.

Serokdewltê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn jî bi Trûmp re heman rojê daxuyanî da û got Moskow divêtiyên ji ber peymana INF'ê texîr kirine.

Li gorî ajansa RIA'yê Wezîrê Berevaniyê yê Rûsyayê Sergey Şoygu got, Rûsya divê menzîla moşekên ku ji bejahiyê têne avêtin zêde bike. Wiha wê moşek di serî de hedefên li Ewropayê bigghin hedefên ji sînoran wêdetir.

Şoygu got Wezareta Berevaniyê fermanda ye ku moşeke geştê ya nû ku ji bejahiyê tê firandin û moşeka hîpersonîk heta 2021'an bila were rewşeke operasyonel.

Şoygu havîna bihurî gotibû Rûsya di nêz de wê mertalên moşekan ên DYE'yê li pey xwe bihêle û bibe xwedî kapasîteyeke wiha ku bikaribe li hedefeke li devereke cîhanê bixe.