Rûsya ji Derya Spî 6 moşek avêtin Sûriyê

Rûsya ragihand ku wan ji keştiyên şer û keştiyên binzeryayî  yên li Derya Spî 6 moşek avêtin cihên DAIŞ’ê yên li Sûriyê.

Wezareta Berevaniyê yê Rûsya got: ‘’Keştiya Şer a Amîral Essen, Amîral Grîgorocîc ê Fîloya Rûsya û keştiya binzeryayî Krasnodar ji rojhilatê Derya Spî 6 moşekên Kalîbr avêtin cihên DAIŞ’ê yên li Rûsyayê’’
Li gorî wezaretê di encama êrîşê e cihên kontrolê û cebilxaneya DAIŞ’ê ya li Hama Akerbatê hatin tinekirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin milîtanên ku ji êrîşê sax filitîn bi êrîşên hewayî hatin kuştin.

Wezaretê got beriya êrîşê fermandariyên Tirk û Israîlê hatine agahdarkirin. Rûsyayê beriya niha jî gotibû wan êrîşên bi moşekan ceribandine.

Beriya vê geşedanên bi demeke kurt DYA’yê balafireke şer a Sûriyê anîbû xwarê, Îranê jî moşekên bi menzîla dirêj li hedefên DAIŞ’ê xistibû. Îranê her wiha gotibû ev moşek bi wê armancê ne ku ‘dijminan çavtirsandî’’ bikin.

Ji Adara 2011’an ve li Sûriyê di qada berevaniyê de gelek teknolojî hatine bikaranîn.