Rûsya êrîşî Îdlibê kir: Zêdetirî 40 sivîl mirin

Hate ragihandin ku li herêma Îdlîb a Sûriyeyê di encama êrîşa hewayî ya hêzên Rûsyayê de zêdetirî 40 sivîlan jiyana xwe ji dest da ye.

Li gorî daxuyaniya Mala Çavderiyê ya Mafê Mirovan a Sûriyeyê, di êrîşa li herêma Îdlibê ya direngiya şevê de 44 sivîl mirin. Mala Çavdêriyê ragihand ku êrîş ji aliyê balafirên Rûsyayê ve pêk hatiye.

Di êrîşa roja Pêncşemê de jî bajarokê Zardana hate fedefkirin. Herêma ku qala wê tê kirin dibin kontrola çeteyên ku dewleta Tirk piştgiriya wan dike de  ye.

Hate ragihandin ku di nava kesên ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane  5 ji wan zarokin. Mala Çavdêriyê ragihand ku piştî bombebaranê li avahiyên 2 qat û 3 qat çaleleke mezin çêbû.

Beşek mezin yê herêma Îdlibê dibin kontrola koalîsyona Hayat Tahîr El Şam ku El Kaîde kontrol dike. Ev herêm bê navber ji aliye hêzên rejim û îtîfaqa Rûsyayê ve tê bombebaran kirin.