Rûsya 2019'an wê moşekên nû bi cih bike
Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihand, 2019'an li şûna pergala berevaniyê ya hewayî ya S-300 wê pergala moşekên nû bi cih bike.
Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihand, 2019'an li şûna pergala berevaniyê ya hewayî ya S-300 wê pergala moşekên nû bi cih bike.
Wezareta Berevaniyê ragihand wê S-300 bi moşekên S-350 Vityazê ya bi menzîla kurt a ji bejahiyê ber bi hewayê ve biguherin.
Wezaretê her wiha ragihand moşekên Pantsîr-S û S-400 jî şandine Kirimê ya ku bi Moskowê ve hate girêdan û herêma Arktîkayê ya Rûsyayê, Kalînîngradê û Harbovskê ya Rûsyaya rojhilata dûr.