Rûhanî li ber niyeta 'peymana nû' ya Trûmp û Macron rabû

Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî li ber niyeta DYA û Fransayê ya ji bo peymaneke nû ya nukleerî rabû û got, "Çi mafê we heye ku hûn vê dikin?"

Hasan Rûhanî li bajarê Tebrîzê yê li bakurê Îranê axivî û bal kişand ser daxuyaniya Serokê DYA Donald Trûmp ku digot, "Bi lîderê welatekî Ewropayê re em dixwazin li ser peymaneke bi heft welatan re hatiye kirin biryarê bidin." Rûhanî ji bo vê gotinê pirsa "Çima, çi mafê we heye?" kir.

Trûmp û Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron roja Sêşemê li Washîngtonê civîneke çapemeniyê li dar xistin û ji bo peymaneke nû ya li ser bernameya nukleerî ya Îranê niyeta xwe eşkere kirin.

Trûmp ji Çileya 2017'an dema bûye Serokê DYA û vir ve dibêje ku dixwaze peymana nukleerî betal bike. Peymana nukleerê di dema Serokê berê yê DYA Barack Obama de Tîrmeha 2015'an di navbera heft welatan de hatibû mohrkirin. Îran, DYA, Rûsya, Çîn, Elmanya, Fransa û Îngilîstanê mohra xwe danîbûn binê peymanê. Bi dîtina Trûmp ev peyman 'peymana herî nebaş e' ku di dîroka DYA de hatiye îmzekirin.

Rûhanî got, "Gelo hûn dixwazin biryarê li ser paşeroja peymanê bidin? Wê çaxê ji kerema xwe li kiryarên xwe yên du salên bihurî binerin."

Rûhanî bêyî navê Trûmp bilêv bike jê re got, "Ji bilî karsazekî hûn ne tiştek in. Ne ji aliyê siyasî, ne ji aliyê hiqûqî, ne jî ji aliyê peymanên navneteweyî ve tecrûbeyeke we nîne."

Rûhanî diyar kir ku Saziya Enerjiya Atomê ya Navneteweyî ya ser bi Neteweyên Yekbûyî ve bi rêk û pêk peymana nukleerî lêkolîn dike û got, "Me niyeta xwe ya baş (bi peymana nukleerê re) nîşanî cîhanê dan. Me dixwest ji cîhanê re îspat bikin ku hewldaneke Îranê ya ji bo çêkirina çeka îmhakirina girseyî nîne."