Rûhanî: Divê Tirkiye xwe ji hewldaneke yekalî vegire

Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî bang li dewleta Tirk ku xwe ji 'çalakiyeke leşkerî' ya yekalî vegire.

Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê ÎRNA'yê Serokkomar Hasan Rûhanî der barê gefên dewleta Tirk ên ji bo êrîşeke dagirkeriyê daxuyaniyek weşand.

Rûhanî îdîa kir ku 'gumanên Tirkiyeyê yên der barê sînor rewa ne' û got, "Ji bo bidawîkirina gumanan divê serî li rêyeke rast bide."

Rûhanî her wiha îdîa kir ku divê hêzên Emerîkî ji herêmê vekişin û "Kurd piştevaniya artêşa Sûriyeyê bikin."

LI SÎNOR TETBÎQAT

Li gorî ajansa nûçeyan a ÎSNA'yê jî artêşa Îranê li bakur rojhilatê Îranê ya li ser sînorê Tirkiyeyê tetbîqat kir. Hate ragihandin ku tetbîqata berê nehate ragihandin ji aliyê yekîneyên destwerdana lezgîn, tûgayan û artêşa bejahî û helîkopteran ve hate kirin.