Rokêta Japon piştî ku rabû teqiya

Li Japonyayê rokêteke ku ji hêla şîrketeke taybet ve hatî çêkirin, piştî ku rabû teqiya. Di bûyerê de tiştek bi kesî nehat.

Şîrketa Întersteller Technologîes ku li Japonyayê ji bo bi erzanî xizmeta gihandina fezayê pêk bîne xebatan dike, firîna ceribandinê ya ku Şemiyê li herêma Hookaîdoyê kirî ti encam nestand.

Rokêta bi dirêjahiya 10 metroyan, piştî ku rabû bi 4 çirkan motorên wê xira bû û amûra fezayê di erdê wer bû û teqiya. Ji ber sedema ku rokêt bi ethanolê û oksîjena şil tije bû himeta teqîna wê zêdetir bû.

Şîrketa Interstellar a teknolojiya start-upê Tîrmeha 2017’an jî raket firandibû û piştî ku 10 kîlometre firiyabû teqiyabû.