Doktorên Endamê Heyeta Îmraliyê û Serokwekîlê Meclîsê yê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Sirri Sureyya Onder daxuyaniyek dan.
Di daxuyaniya nexweşxaneyê de hate gotin, "Nexweşê me li beşa çavdêriya awarte ye û di roja 6'emîn de hîn jî metirsiya li ser jiyana wî dewam dike. Rîsk gelekî bilind e û tedawiya wî dewam dike.
Doktorên me yên dil roja Şemiyê bi rengekî plankirî revîzyon li Sirri Beg kirin û careke din sînga nexweşê me hate vekirin. Hate dîtin ku di hundirê sîngê de cihê emeliyatê paqij e, enfeksiyon nebûye, ti cihekî emeliyatê yê xwîn jê tê, nîne. Ya herî girîng jî me dît ku aliyê rastê yê dil dilive. Aliyê rastê yê dil ku di emeliyata destpêkê de qet nediliviya, bi temamî nebe jî dest bi livandinê kiriye. Li monîtora li ber serê nexweş, xeta livandinê ya rehjenê nexweş dilive. Bi piştgiriya cîhaza ECMO (cîhana piştgiriya bi dil re) tedawiya nexweşê me dewam dike."
Di dawiya daxuyaniyê de fikarên wan ên cidî li ser rewşa norolojîk hene, rîsk hîn jî gelekî bilind e û hate gotin, wê bi sebir li bendê bisekinin.