Piştî axaftina lîderê MHP'ê Devlet Bahçelî ya li Meclîsê ku di Cotmeha 2024'an de kir, li ser mijara çareseriya meseleya Kurd nîqaş li ser pêvajoyeke nû hate kirin. Bi taybetî bi 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' re ku Rêber Apo di 27'ê Sibatê de kir, ev nîqaş derbasî asteke nû bû.
Li Tirkiyeyê yek ji pisporên aboriya Marksîst Prof. Dr. Îzzettîn Onder ji ANF'ê re nirxand bê divê pêvajoya nû çawa be û mirov li çi baldar bin.
'HEVGIRTINA LI MECLÎSA DESTPÊKÊ BI MECLÎSA DUYEMÎN RE XERA BÛ'
Îzzettîn Onder anî ziman ku meseleya esasî ya pirsgirêka Kurd salên dûr û dirêj helwesta redkirinê bû û got, "Destpêkeke hêja ye ku ev mesele bi nêta çareseriyê tê nirxandin. Di vê rêyê de divê hewl bê dayin. Em hêvî bikin ku hemû alî gavên pêwîst biavêjin û bi encameke guncaw û mayinde hem ji bo aştî û aramiya li Rojhilata Navîn hem jî ji bo aliyan mohr li binê destketiyên girîng bê danîn."
Onder diyar kir ku piştî belavbûna Împaratoriya Osmanî hemû civakên ser bi Osmanî ve dewletên xwe ava kirin, lê belê gelê Kurd li derveyî vê pîvanê ma û destnîşan kir ku bi avabûna Tirkiyeyê re Kurd li pişt hate hiştin.
Onder got, "Eger em bala xwe bidin pêvajoya derbasbûyî wê were dîtin ku gelên Tirk û Kurd ên ku di dema împaratoriyê de bi xwişk û biratiyê dijiyan, bi avabûna komarê re li şûna sîstema rêveberiyê ya împaratoriyê sîstema rêveberiyê ya unîter û netewe dewletê hate bicihkirin. Yanî ji ber ku meşandina sîstema berê nepêkan bû, pirsgirêkên civakî rû dabûn. Bi belavbûna împaratoriyê re hemû civakên ser bi împaratoriyê ve dewletên xwe ava kirin, gelê Kurd li derveyî vê pîvanê ma, her wiha ji bo rizgarkirina welatê xwe ji dagirkeriyê û bidestxistina serxwebûnê, bi feraseta welatîbûnê bi dil û can hewl dan."
Onder diyar kir ku hevgirtina li Meclîsa Destpêkê piştî serketina li Şerê Rizgariyê di Meclîsa duyemîn de ber bi 'miletê Tirk' hate veguherandin û sîstema eyaletê ya dema Osmanî bi Komarê re hate tinekirin, vê yekê jî pirsgirêk bi xwe re anî.
Onder bi dewamî got, "Di hin rewşan de dewlet û gel hatin hemberî hev. Li gel van pirsgirêkan destwerdana hin hêzên biyanî, di rûniştandina sîstema rêveberiyê ya unîter de hin pirsgirêkên cidî bi xwe re anî. Sîstema rêveberiyê ya unîter û berxwedêriya li hemberî otorîteya navendî bû sedem ku erka dewletê dem bi dem hêzê bi kar bîne û vê yekê dostaniya dostaniya navbera gelan ji holê rakir."
Prof. Dr. Îzzettîn Onder destnîşan kir ku piştî Tirkiye derbasî nava sîstema dewletê ya unîter û netewe dewletê bû, dostaniya navbera gelan heliya û got, "Ev cihêbûn di asta pêşketinê de cuda bû. Li herêmên rojavayî ku ji aliyê aborî ve pêşketin lê hate kirin gel li hev kir, li herêmên ku ji aliyê aborî ve li paş hate hiştin jî vê cudahiyê xwe bi şênberî nîşan da."
'JI BO ÇARESERÎ MAYINDE BIBE DIVÊ HIN ŞERT Û MERC BÊNE AFIRANDIN'
Onder destnîşan kir ku ji bo pêvajoya nû mayinde bibe û bi ser bikeve divê hin şert û merc bêne avakirin û got, "Bi dîtina min serketina vê carê ya pêvajoya çareseriyê bi van şert û mercan ve girêdayî ye:
- Divê herdu alî pirsgirêkan û pêşniyarên çareseriyê bi şênberî ji gelan re vebêjin û ji bo qebûlkirineke giştî kar bikin.
- Hin pirsgirêkên heyî bi sîstema unîter çareser nabin, bi derbasbûna li nava sîstemeke federatîf an jî konfederatîf dikarin çareser bibin. Lewma divê avakirina rêveberiyeke nû ya bi vî rengî bi berfirehî bê plankirin û ji gelan re bê vegotin.
- Di avakirina rêveberiya nû de yekîtiya ziman, yan jî mijarên yekîtiya perwerdeyê, bi taybetî jî mijara perwerdeya bi zimanê dayikê divê bê çareserkirin û rê û rêbazên vê yekê bêne destnîşankirin.
- Li welatê me ku bi derengî kapîtal3ıst bû, di danheviya sermayeya kevn de divê nêzîkatiya wekhev li welatiyan bê kirin û ev yek jî bi qanûnî û rêveberiyê bê garantîkirin. Cemawerî û rêveberî di vê mijarê de divê gavên mînak biavêjin.
- Di nava welatiyan de bêyî ku cudahiya herêmî yan jî zimanî bê kirin, li nava beşên cemaweriyê û taybet de atmosfereke lihevkirinê bê afirandin. Di mijara zimanên cuda de eger mîna Swîsreyê wê lihevkirin baştir bibe, yan jî bi zimanekî netewe dewletê wê lihevkirin pêk were, ev mijar divê bi wêrekî bê qebûlkirin, ji hemû derdoran re bê ragihandin û bi qanûnan bê ewlekirin."
Onder destnîşan kir ku serketina vê pêvajoyê bi wan şert û mercan dibe ku alî hevdu nexapînin û nekevin bin bandor û zexta emperyalîstan.