ROJEVA 22'Ê NÎSANA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Bûyerên dawî yên piştî banga Rêber Apo wê werin şopandin.
Prof. Dr. Îzzettîn Onder anî ziman ku ji bo pêvajoya nû bi rengekî erênî bi dawî bibe divê hin şert û merc bêne afirandin û got, "Derbasbûna li nava sîstema rêveberiya netewe dewletê, dostaniya navbera gelan heland."
Rewşa tenduristiya Endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder wê were şopandin.
Hîba El Elî û Neda Ebd El Helîm ên ji Hûmsê hatin û niha li Kampa Holê ne, diyar kirin ku operasyona ewlekariyê ew ji gelek xetereyan parastiye.
Êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
Li çiyayê Hasandin ê li navçeya Pasûrê ya Amedê, ji bo çêkirina qereqolê rê tê çêkirin. Gundiyan nerazîbûn nîşanî xisara li xwezayê dan û gotin, rê ne tenê ji bo qereqolê her wiha ji bo karê madenê jî tê çêkirin.
Xîtam Osman a ku bi ta û morîkan tabloyan çêdike, da zanîn ku ew bi berhemên xwe hem xîtabê civakê dike û hem jî berxwedan û hunera jinê tîne cem hev.