Rêyên Hewayî yên Skandînavyayê 560 pîlot ji kar derxist

Rêyên Hewayî yên Skandînavyayê (SAS) 560 pîlotên li Swêd, Danîmarka û Norwêcê kar dikin ji kar derxist.

SAS'ê dawiya meha Nîsanê ragihandibû ku ji ber krîza li sektora hewakariyê ya ji ber vîrûsa koronayê ya nû wê 5 hezar karkerî ji kar derxîne.

Komeleya Pîlotan a Swêdê tevî ku li bendê bû beşek ji pîlotan ji kar bên derxistin, ji ber ku alternatîfên cuda lêkolîn nekiriye û pîlot yekser ji kar derxistiye nerazîbûn nîşanî SAS'ê da.

Serokê komeleyê Martîn Lîndgren ji Televîzyona Dewletê ya Swêdê (Svt) re axivî û got, "Nêzîkatiya SAS'ê ya li pêvajoyê ji bo me ne cihê hurmetê ye."

Hikumeta Swêdê 15'ê Hezîranê ragihand ku ji ber Covîd-19 piştgiriya ji 5 milyar kronî dane SAS'ê. Danîmarkayê jî heman piştgirî kir û bi vî rengî 12.5 milyar kron piştgirî ji SAS'ê re hate dayin.