Rêxistina Efûyê wê li dijî Tirkiyeyê li Swêdê dakeve qadan

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, wê li dijî Tirkiyeyê li 25 bajarên Swêdê xwepêşandanan li dar bixe.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Şaxê Swêdê, ji bo şermezarkirina binpêkirina mafên mirovan û azadiya îfadeyê ya li Tirkiyeyê, ji bo berdana parêzvanên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê hatine girtin, wê li 25 bajarên Swêdê çalakî û xwepêşandanan li dar bixe.

Weke gava yekemîn a kampanyayê, li zanîngeha Ûmea ya li bakurê Swêdê, li ser binpêkirina mafên mirovan a li Tirkiyeyê agahî ji xwendekaran re hate dayin û ji bo berdana girtiyan kampanya îmzeyan hate destpêkirin.

14'ê Cotmehê roja Şemiyê jî, di serî de paytext Stockholm wê li 25 bajarên Swêdê çalakî û xwepêşandan bên organîzekirin. Li hin cihan jî wê rojbûna Îdîl Eser bê pîrozkirin.

Xwepêşandana li paytext Stockholmê, wê saet di 14:30 de bi axaftina Sekretera Giştî ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Şaxê Swêdê Anna Lîndefors dest pê bike. Li binê konê ku li meydanê bê vedan, wê rojbûna Îdîl Eser were pîrozkirin.

Heman rojê, wê li Bexçeyê Botanîk ê li bajarê Goteborgê, ji saet 11:00 heta 13:00, li meydana Gûstav Adolf a li bajarê Malmo ji saet 12:00 heta 16:00 xwepêşandan werin lidarxistin û ji bo berdana parêzvanên mafên mirovan wê îmze werin komkirin.

Roja 5'ê Tîrmehê, Dîrektora Tirkiyeyê ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Îdîl Eser, welatiyê Swêdê Alî Ghavarî û welatiyê Elman Peter Steûdter jî di nav de 10 parêzvanên mafên mirovan li Buyukada ya Stenbolê hatibûn girtin.

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, bi îdîaya "endametiya rêxistina terorê" û "alîkariya ji bo rêxistina terorê" xwest, 15 sal cezayê girtîgehê li her yek ji parêzvanên mafên mirovan bê birîn.

Sekretera Rêxistina Mafên Mirovan Şaxê Swêdê Anna Lîndefors daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Sûcdarkirina Îdîl Eser û Taner Kiliç bi terorîzmê, nîşan dide ku li Tirkiyeyê êrîş li mafên mirovan tê kirin. Pêwîste civaka navneteweyî bixwaze, 11 parêzvanên mafên mirovan werin berdan. Her wiha destekê bide rewatiya xebatên wan."