Rêveberiya Katalonyayê bi biryar e ku teslîm nebe

Rêveberiya Katalonyayê ku dest ji daxwaza serxwebûnê bernade,li gel zextên hikumet û partiyên Spnyayê jî bi biryar e ku hilbijartinên herêmî nû neke.

Piştî referandûma serxwebûnê ya 1'ê Cotmehê, ku 90 ji sedî dengê 'erê' hate dayin, hê nayê zanîn bê ev biryar wê çawa bi cih were anîn. Senatoya Spanyayê wê îro biryareke girîng pêşkêşî dengdanê bike. Hikumeta Spanyayê ya bi serokatiya Serokwezîr Marîano Rajoy, ji bo xala 155'an a dest datîne ser hemû erkên xweseriya herêmî bixe meriyetê, ji Senatoyê dixwaze ku vê biryarê erê bike.

BI BIRYARA HILBIJARTINA PÊŞWEXT RE ZEXTA TESLÎMIYETÊ DIHATE KIRIN

Zext li Serokê Herêma Xweser a Katalonyayê Carles Pûîgdemont dihare kirin, ku biryara nûkirina hilbijartina herêmî bigire û bi vî rengî tawîzê bide. partiya Cîaûdadanos a li Katalonyayê mûxalîf û destekê dide hikumeta Rajoy, li gel Partiya Sosyalîst a Spanyayê (PSOE) hewl didin ku Pûîgdemont qanih bike ku biyara hilbijartina herêmî bigire û bi vî rengî pêwîstî bi bicihanîna xala 155'an nebe.

Lê belê Pûîgdemont dun li pêşberî parlamentê axivî û anî ziman, ku di rewşeke fesihkirina Parlamenta Katalonyayê de ti garantî ji wan re nehatiye dayin. Pûîgdemont di çarçoveya daxwaza koalîsyona Junts pel Sî (tifaqa ji bo Erê) de, kuji partiyên alîgirê serxwebûnê pêk tê, ji bo destberdana ji bicihanîna encama referandûmê paş ve gav neavêt.

BIRYAR JI ÎRO RE MA

Di rûniştina duh a Parlamenta Katalnyayê de, beriya biryara Senatoya Spanyayê ya li ser xala 155'an, dihate payin ku serxwebûn were ragihandin. Lê belê dibe ku ev biryar di rûniştina wê îro dewam bike de bê girtin.