Rêveberiya Filîstînê bi Israîlê re têkiliyên xwe dane sekinandin

Piştî şerê ji ber sedema ku Israîlê li têketa Mescîd-î Aksa qedexeyê dest pê kirî, Rêveberiya Filîstînê ragihand ku wan têkiliyên xwe bi Israîlê re dane sekinandin.

Li Qudsê piştî lêgerîna li têketa Mescîd-î Aksa û qedexeya li ser kesên ku temenê wan di bin 50’î de, di bûyeran de heta niha 3 Filîstînî û 2 Israîlî jiyana xwe ji dest dan.

Di şerê nav rojê de bi sedan kes birîndar bûn, li dijî kirinên Israîlê Rêveberiya Filîstînê helwesteke tund danî. Serokdewletê Filîstînê Mahmûd Abbas diyar kir ku wan bi Israîlê re hemû têkiliyên xwe dane sekinandin.

Abbas got ev biryar heta ku qedexeya li ser Mescîd-î Aksa rabe û tevdîr werin rakirin wê domdar be.

Hate gotin 3 Filîstînî di xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest dane û 2 welatiyên Israîlê jî ji hêla wan kesan ve hatine kuştin ku bi dizîka derbarî jîgehên Şerîaya Rojava bûne.