Dengdana ku ji bo hilbijartina Parlemetoya Iraqê ya li Iraq û Başûrê Kurdistanê ku di saet 07:00’an de destpêkiribû hê jî dom dike.
Têkildarî mijara gelo wê demê dengdanê bê dirêjkirin yan ne ji berdevkên Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Serbixwe ya Iraqê ya Başûrê Kurdistanê Alî Kadir got: “Bi ti awayî wê demê dirêjkirina dengdanê neyê kirin. Ji ber ku bikaranîna dengan bi sîstema elektironîk pêk tê, wê saet 08:00’an û şûnde bi dawî bibie.
Kadîr ê têkildarî ragihandina encaman jî agahî da got: “Encam jî wê piştî dawîbûna hilbijartinê 2 saetan û şûnde wê li navendên hilbijartinê bên ragihandin.”
RÊJEYA BEDARBÛNÊ KÊM BÛ
Di vê navberê de rêjeya dengdanê ya heta danê nîvroyê jî diyar bûn. Li gorî daneya li Başûrê Kurdistanê heta saet 12:00’an rêjeya dendanê wiha ye:
Hewlêr: % 25
Silêmanî: %27
Dihok:%29
Zaxo:%40
Kerkûk: %24
Rêjeya dengdanê ya li herêma federal a Kurdistanê û herêmên bi nakok jî ji sedî 30 derbas nekir. Li hinek herêmên Iraqê jî heta saet 12:00’an rêjeya dengdanê jî kêm bû. Rêjeya dengên hinek herêmên Iraqê jî wiha ne:
Babil: % 27,
Mîsan:%23,
Diyala:%30
Musena:% 21
Ziqar:%20
Necef:%20