Reforma teqawîtbûnê ya li Rûsyayê hate şermezarkirin

Li Rûsyayê bi hezaran kes daketin qadan û projeya dirêjkirina emrê ji bo teqawîtbûnê protesto kirin.

Projeya hikumeta Rûsyayê ya ji bo dirêjkirina emrê teqawîtbûnê bi çalakiyên girseyî tê şermezarkirin. Bi çalakiyekê ku 7 hezar û 500 kes tevlî bûn, reforma teqawîtbûnê hate şermezarkirin.

Îgor Sîrotkîne ku hunermendekî operayê yê bêkar e ji AFP'ê re axivî û got, "Ew dixwazin hîn bêhtir mirvan bişêlînin. Ji xwe mirov di nava şert û mercên gelekî giran de dixebitin û jiyanê kurt e."

Li bajarên Saînt Petersbûrg û Samara yên Rûsyayê jî çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistn.

Dawiya meha Tîrmehê bi deh hezaran kes li paytext Moskowayê daketibûn kolanan û çalakiya protestoyî lidar xistibûn.

Li gorî pêşnûmeqanûna nû, emrê teqawîtbûnê ji bo jinan ji 55 salî dibe 60, ji bo mêran jî ji 60 salî dibe 65 salî. Qanûna teqawîtbûnê piştî 90 salî cara yekê ye tê guhertin.