Raportorê PE’yê: Eşkere ye ku pêvajoya endamtiya Tirkiyeyê ya YE’yê wê dewam neke

Raportorê Parlamentoya Ewropayê ya Tirkiyeyê Nacho Sanchez Amor diyar kir ku piştî hilbijartinên 28’ê Gulanê pêvajoya endamtiya Tirkiyeyê ya YE’yê wê dewam neke.

Raportorê Parlamentoya Ewropayê ya Tirkiyeyê Nacho Sanchez Amor, ji Turkey Recap ji Dîego Cûpolo re axivî.

Amor têkildarî pêvajoya endamtiya YE’yê jî ev tişt got: “Ez nafikirim ku pêvajoya endamtiyê bidome. Ji ber ku ez faktorekî nabînim ku polîtîkayên hundir ên Erdogan pê bide guhertin. Li gorî tê dîtin hilbijêrên Tirk polîtîkayên Erdogan erê kir.”

Li gorî Amor divê têkiliyên Yekîtiya Ewropayê û Tirkiyeyê di formatek nû de bê rûniştandin.

Amor bi bîr xist ku Tirkiye endamê Konseya Ewropayê ye û got: “Ev ne girêdayî siyasetê ye, ev girêdayî cidiyetê ye. Tirkiye niha li gelek qadan ne cihê baweriyê ye. Lewma îmaja navneteweyî de xisareke mezin dibîne.”