Rapora IAEA'yê bêhn anî ber welatên Ewropayê

IAEA'yê ragihand ku rêveberiya Tehranê li gorî Peymana Nukleerê tevdigere. Ev yek pozîsyona welatên Ewropayê xurt dike.

Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (IAEA) ku navenda wê li Viyanayê ye, rapora xwe ya nû ya sê mehan eşkere kir. Di raporê de hate ragihandin ku Îran li gorî Plana Çalakiyan a Hevpar a Befireh tevdigere ku sala 2015'an hate îmzekirin. Peymana navborî tevî Îranê ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Rûsya, Çîn, Fransa, Brîtanya û Elmanyayê ve hatibû îmzekirin.

Serokê DYA'yê Donald Trûmp xwe ji peymanê vekişandibû û pêkanînên aboriyê li ser Îranê ferz kiribû. Ji hingî ve, IAEA cara duyemîn e ku rapora xwe ya sê mehan dişîne ji welatên endam re.

LI GORÎ PEYMANÊ TEVDIGERE!

Li gorî daxuyaniyên dîplomatên payebilind ku ji çapemeniyê re kirin, IAEA di rapora nû de destnîşan dike ku Îran li gorî şertên peymanê tevdigere. Li gorî raporê, Îran şertê bisînorkirina stoka ûranyûma dewlemendkirî bi cih tîne.

Di raporê de hate ragihandin ku ji bo çavdêrên IAEA'yê tesîsên li Îranê kontrol bikin, pêşî li wan tê vekirin. Di raporê de tê îdîakirin ku rêveberiya Îranê di dema xwe de bi rengekî 'proaktîf' hevkarî kiriye.

Di rapora IAEA de hate ragihandin ku li gorî peymanê, Îran di hilberîna ûranyûma dewlemendkirî de di asta ku hatiye diyarkirin de tevdigere.

Rapor ji welatên endam re hate şandin.

POZÎSYONA WELATÊN EWROPAYÊ XURT DIKE

Piştî ku Donadl Trûmp xwe ji peymanê vekişand û pêkanînên aboriyê yên li ser Îranê ji nû ve xiste meriyetê, gelek şîrketên Ewropî yên xwe ji pêkanînên Amerîkayê vedigirin, ji Îranê vekişiyabûn.

Wezîrê Karên Dervre yê Fransayê Jean-Yves Le Drîan piştî ku hin beşên rapora IAEA hatin eşkerekirin daxuyaniyek da û got, peyman ji bo wan dewam dike. Le Drîan bang kir ku li gel pêkanînên DYA'yê jî mekanîzmayên ji bo bazirganiya bi Îranê re dewam bike, bên afirandin.

Le Drîan tevî ku peymanê diparêze got, divê Îran dest ji îdîaya xwe ya bûyîna hêza hegemon a herêmî û dayina fuzeyan ji bo hevalbendên xwe yên li Rojhilata Navîn berde.