Rageşiya navbera Koreya Bakur-DYA dewam dike

Rageşî û aloziya navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Koreya Bakur her saetê zêde dibe. Yekîtiya Ewropa (YE), ji bo gavên bên avêtin binirxîne, plan dike ku civînekê lidar bixe.

Li gel pêşniyara Rûsya û Çînê ya duh hate kirin, daxuyaniyên DYA û Koreya Bakur ên gefê li hev dixwin, dewam kirin. Çîn û Rûsyayê pêşniyar kiribûn, ku di berdêla sekinandina ceribandinên moşekên balîstîk û nukleerî yên Koreya Bakur de, DYA û Koreya Başûr jî manewrayên xwe yên hevpar ên li deryayê bisekinînin.

Serokê DYA Donald Trûmp bersiv da vê yekê û ragihand, eger êrîş li Gûamê were kirin, wê lîderê Koreya Bakur Kîm Jong Ûn 'poşman bibe'. Trûmp beriya vê daxuyaniyê bi rêya Twîtterê jî peyam da bû û biribû ser wê yekê ku çareseriyên leşkerî yên welatê wî amade ne.

Tevî van hewldanên navbeynkariyê, ji rêveberiya Koreya Bakur jî daxuyanî hatin dayin û gef li xebatên DYA yên li girava Gûamê hate xwarin. Koreya Bakur ragihadin, ku moşeken wan ên karibin li girava Gûam a li Pasîfîkê bixin, wê di rojên pêş de amade bin.

Ji bo çareseriya vê krîzê gelek welatan bang kirin. Yekîtiya Ewropayê jî pêşniyara civîneke awarte kir. Nûnera Yekîtiya Ewropayê ya ji Karên Derve Berpirsyar Federîca Mogherînî bang li hemû sefîrên bilind ên YE yên di mijara ewlekariyê de erkdar in kir, ku tevlî civînê bibin.

Civîn wê roja Duşemê bê lidarxistin û tê gotin ku wê di civînê de 'gavên gengaz' ên Yekîtiya Ewropayê li civînê werin nirxandin.