Qesra Spî: Em îlheqkirina Qirimê nas nakin

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku ew îlheqkirina Qirimê nas nakin ku ji sala 2014'an û vir ve di destê Rûsyayê de ye.

Gotineke ku Serokê DYA Donald Trûmp roja Înê anî ser ziman û serê mirovan tevlîhev kir, îro hate sererastkirin.

Qesra Spî bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku DYA îlheqkirina Qirimê nas nake. Berdevk Sarah Sanders daxuyanî da û got, "Em (DYA) hewldana Rûsyayê ya îlheqkirina Qirimê nas nakin. Pêkanînên ku li ser Rûsyayê hatine ferzkirin, heta ku Rûsya nîvgirav Qirimê radestî Ûkraynayê bike wê bidomin."

Donald Trûmp roja Înê bersiv da bû pirsek li ser mijarê û gotibû, "Em ê bibînin." Vê daxuyaniya Trûmp rê li ber şîroveyên welê vekir ku DYA wê qebûl bike ku Qirim ji Rûsyayê re bê hiştin.

Sala 2014'an dema ku li Ûkraynayê şerê navxweyî dest pê kir, li herêmên Donetsk û Lûhansk ên li rojhilatê Ûkraynayê ku piraniya şêniyên wê Rûs in, şerê bi piştgiriya Rûsyayê dest pê kiribû. Di heman demê de artêş Rûsyayê ketibûn nava Qirimê û nîvgirav îlheq kiribû. Qirim sala 1954'an ji aliyê rêveberiya Yekîtiya Sowyetan ve radestî Ûkraynayê hatibû kirin.

Nifûsa nîvgirava Qirimê ku li Derya Azakê ye, 2,3 milyon e. Du ji sê parên sivîla wê Rûs in. Nifûsa Ûkraynayiyan 25 ji sedî ye. 12 ji sedî nifûsa xwe jî Tatarên Qirimê ne.