Qeşaya herî stûr a Arktîkayê qelişî

Hate ragihandin ku qeşaya herî stûr a nêzî Groenlandê ya Arktikayê qelişî ye.

Meha Tîrmehê hate dîtin ku qeşa li Groenlandê qelişiye. Bi vê yekê re li deryayê korîdoreke fireh vebû.

Gerînendeyê enstîtuya WSL ku li Swîsreyê li ser daristan, berf û dîmenan lêkolînan dike Konrad Steffen got; "Ji sala 1970’î ku min dest bi lêkolîna vê qeşayê kiriye heta niha cara yekem e min çavdêrî kir ku qeşa şikestiye."

Li Arktîkayê germahî du car ji salên bihurî zêdetir bûye. Li vêdera ku meha sibatê piranî germahî -20 pile dihat pîvan îsal 5 pile zêde bûye. Hate ragihandin ku meha Tîrmehê germahî zêdetir bûye û vê jî bandoreke neyînî kiriye.