Qatarê bi paş ve gav avêt!

Qatar ku ji hêla 7 welatên bi pêşengiya Siûdî ve hate dorpêçkirin, ragihand ku ew ê ti bersivê nede.

Qatarê li dijî êrîşa dîplomatîk a Siûdî, Misr, Bahreyn, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb bi paş ve gav avêt. Wezîrê Karên Derve yê Qatarê Şêx Mihemed bîn Evdirrehman es-Sanî ragihand ku ew ê bersivê nede cîranên xwe yên li Kendavê.

Es-Sanî ji El Cezîreyê re axivî, banga aştiyê li bloka bi pêşengiya Siûdî kir û xwest ku Qûweyt bibe navbeynkar. Sanî diyar kir ku şevê din bi telefonê li Mîrê Kuweytê geriyaye.

Siûdî, Misir, Bahreyn, Mirektîtiyên Yekbûyî yên Ereb, Lîbya, Yemen û Maldîvan biryar dabûn ku têkiliyên xwe yên dîplomatîk ji Qatarê bibirin. Dewletên navborî Qatarê sûcdar dikin û dibêjin 'destekê dide terorê', 'li dijî Îranê bi zimanekî nerm dipeyive' û 'aramiya herêmê têk dibe'.

Ji van dewletan hinan jê qada hewayî li Qatarê girtin û hinan jê jî wext da welatiyên Qatarê da ku ji welatê wan derbikevin.