Qanûna ku erka bicihanîna Brexîtê dide hikumetê qebûl bû

Pêşnûme qanûna ji aliyê hikumetê ve ji bo derketina Brîtanya ji nava Yekîtiya Ewropayê hate amadekirin, li Kamara Avamê di dengdanê de hate qebûlkirin.

Dengdan li Kamara Avamê ku baskê jêrîn ê parlamentê ye hate kirin. Pêşnûmeya derketina Brîtanyayê ji nava Yekîtiya Ewropayê, ku ji aliyê hikumeta Theresa May ve hate amadekirin, bi piraniya dengan hate qebûlkirin.

Di dengdanê de 324 parlamenteran dengê 'erê', 295 parlamenteran jî dengê 'na' dan. Bi vê pêşnûme qanûnê re erk ji hikumetê re hate dayin ku pêvajoya derketina ji nava Yekîtiya Ewropayê (Brexîtê) bibe serî. Lê belê qanûn piştî ku li Kamara Lordan hate nîqaşkirin wê pêşkêşî dengdanê were kirin.

JI BO PÊVAJOYA PIŞTÎ BREXÎTÊ GIRÎNG E

Eger pêşnûme qanûn li Kamara Lordan jî were qebûlkirin wê li Brîtanyayê dawî li serweriya hiqûqa Yekîtiya Ewropayê ya li ser hiqûqa neteweyî bê anîn. Davîd Davîs ku bi navê hikumetê danûstandinan li ser Brexîtê dimeşîne, da xuyakirin ku bi qanûnê re wê derketina Brîtanyayê ji nava yekîtiyê bi rengekî bê pirsgirêk be û bi vî awayî wê hiqûq hatibe bikaranîn.

Nirxandina pêşnûme qanûnê ya li Kamara Lordan wê roja 30'ê Çileyê dest pê bike. Tê zanîn ku Kamara Lordan alîgirê Yekîtiya Ewropayê ye.