Qanûna herî dijwar a kurtajê li DYA hate qebûlkirin

Qanûna kurtajê ya ku li eyaleta Lowa ya DYA hate qebûlkirin, weke yek ji qanûnên herî dijwar ên Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) tê dîtin.

Eyaleta Lowa ji aliyê Partiya Komarger ve tê birêvebirin. Bi qanûna hatiye qebûlkirin re, piştî ducaniya 6 hefteyan kurtaj tê qedexekirin. Li gorî qanûnê, dema ku dilê pitik ê di zikê dayikê de tê bihîstin, qedexe ye ku kurtaj bê kirin.

Yekane kurtaja ku destûr jê re tê dayin jî ducaniya ji ber destavêtin an jî têkiliya ensest e.

Qanûn hê divê ji aliyê Waliya Lowayê Kim Reynolds ve bê erêkirin. Eger bikeve meriyetê, tê payin ku biçe ber destê dadgeriyê. Li DYA'yê, ji ber biryareke sala 1973'an a Dadgeha Bilind a Federal, destûr ji kurtajê re tê dayin.