Pûtîn peymana têkildarî hêzên nukleerê betal kir

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn Peymana Hêzên Nukleer a Menzîla Navîn (INF) betal kir.

Rêveberiya Washîngton ji peymanê yek alî vekişiyabû û piştî 5 mehan Vladîmîr Pûtîn beşdarbûna Rûsya ya ji bo INF’ê bi qanûnekê betal kir.

Qanûn di navbera 18 û 26’ê Hezîranê ji aliyê her du baskên parlamentoyê ve hatibû erê kirin.

Rêveberiya Washingtonê roja 1’ê Sibata 2019’an diyar kir ku Rûsya peyman îxlal kiriye û ji INF yek alî vekişiyabû.

Roja 2’ê Sibatê jî Pûtîn bi daxuyaniyekê ragihandibû ku Moskowa beşdarbûna peymanê betal kiriye.

Peyman sala 1987’an li Washingtonê ji aliyê Ronald Reagan û Mîahîl Gorbaçov ve hatibû îmzekirin.

Armanca peymanê ew bû ku bi temamî rûxandina moşekên seyr û moşekên menzîla wan di navbera 500 km û 5.500 kîlometereyan yên ji bejahiyê tên avatîn bûn.

Li gorî Washingotnê Moskowayê bi pêşxisitna moşeka nuklerî ya Novator 9M729 peyman îxlal kiriye.

Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg jî meha Hezîranê daxuyaniyek dabû û gotibû ji bo ku Rûsya moşeka nû ya pêşxistî îmha bike heta 2’ê Texabê dem heye.