Putîn li dijî hevdîtina Erdogan-Esad a li Bexdayê ye

Hat ragihandin ku Rûsya naxwaze Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad li Bexdayê bi Erdogan re hevdîtinê bike.

Li gorî medyaya Middle East Eye (MEE), Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn dixwaze şûna ku Erdogan û Esad li Bexdayê hevdîtinê bikin, bila li Tirkiyeyê hevdîtinê bikin.

Li gorî çavkaniyên nêvî hevdîtinên di nava hikûmeta Iraqê de, Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şia El Sudanî di meha Nîsana borî de, ji bo peymaneke “normalbûnê” di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de çêbibe ket nava hewldanê.

Li gorî çavkaniyeke ku MEE’yê xwe gihandiyê, Sudanî dixwaze li Bexdayê di navbera Erdogan û Esad de hevdîtinekê organîze bike û got, Serokê Dewleta Rûsyayê li şûna wê “hevdîtineke li Tirkiyeyê” tercîh dike.

Li gorî çavkaniya ji pisporê têkîliyên Rûsyayê, “Rûsya naxwaze rolê xwe yê di muzakereyên normalbûnê de winda bike” û ditirse ku “lîstikvanên din” tevlî hevdîtinê bibin.