Pûtîn: Çeteyên li Îdlibê derbasî Lîbyayê dibin

Lîderê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn diyar kir, komên çete yê nçekdar ên li wîlayeta Îdlibê ya Sûriyeyê derbasî Lîbyayê dibin û rewşa Lîbyayê ji ber şer hîn bêhtir nebaş bûye.

Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn piştî hevdîtina bi Serokwezîrê Îtalyayê Gîûseppe Conte daxuyaniyek da çapemeniyê û diyar kir, komên çete yên li Îdlibê derbasî Lîbyayê dibin.

Pûtîn got, derbasbûna hin koman ber bi Lîbyayê cihê fikaran e û anî ziman, rewşa li Lîbyayê bêhtir nebaş bûye.

Pûtîn bang li aliyên li Lîbyayê kir ku dest bi pêvajoyeke siyasî ya ji bo çareseriyê bikin.

ANCAX DI SER TIRKIYEYÊ RE KARIBIN DERBAS BIBIN

Lê belê Pûtîn eşkere nekir ku çeteyên li Îdlibê bi çi rengî xwe gihandine Lîbyayê. Tê zanîn yekane rê jî Tirkiye ye. Rêyeke çeteyan nîne ku di ser deryayê re biçin, tenê dikarin di ser Tirkiyeyê re biçin.

Rejîma Sûriyeyê bi piştgiriya Rûsyayê ji bo kontrolkirina Îdlibê bi mehan e operasyonê dike.