PSV ji bo hilbijartinên Kantona Vaûdê bang li koçberan kir

Partiya Sosyalîst (PSV), ji bo hilbijartinên Kantona Vaûdê (Lozan û derdora wê), bang li koçberan kir ku dengê xwe bidin.

PSV'ê bi 10 zimanan daxuyaniyek da çapemeniya dîasporayê û bibîr xist, Swîsre ji keda koçberan sûdê werdigire û wê di dema pêş de jî pêwîstiya xwe bi koçberan hebe. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ji ber tevkariya koçberan, jiyana çandî û civakî ya kantonê roj bi roj dewlemend dibe. Girîng e ku polîtîkayeke mafê wekhev dide koçberan bê parastin, wekheviya firsendê ji hemû karkeran re bê dayîn, polîtîkayên entegrasyonê teşwîq bikin, têkoşîn li dijî cihêkariyê bê dayîn û ji bo welatîbûnê teşwîq bê kirin."

Di bernameya PSV'ê de ji bo mafên koçberan ev pêşniyar tên kirin:

"Em ê li dijî karsazên ku bi erzanî karkeran dixebitînin, têbikoşin. Em ê destûrê nedin karê bi mûçeyekî kêmî 'mûçeyê kêmtirîn'. Ji bo Peyama Kar a Tomberî li her qadê mecbûrî be, em ê tedbîran bigirin. Li kantona me, nifûseke girîng a biyanî heye, dixebitin, baca xwe didin, lê belê di mijarên girîng ên pêwendiya xwe bi wan re heye de, ji mafê gotinê bêpar in. Pêwîste di asta kantonî de mafê hilbijartinê ji biyaniyan re bê dayîn.

Bi bandora partiyên rastgir, Qanûna Welatîbûna Federal, ji 1'ê Çileya 2018'an û pê ve girtina pasaporta Swîsreyê zehmet dike. Ji bo biyanî bibin welatî û di vî warî de alîkarî bê dayîn, em ê guhertinên qanûnî bikin. Li dijî buhatiya jiyanê, divê prîmên sîgorta tenduristiyê ji sedî 10 ê budçeya malbatekê derbas neke."

Namzetê parlamenterê yê PSV ê li Herêma Lozan a Rojava Îhsan Kûrt anî ziman, ew bi rêya medya dîasporayê hewl didin koçberan teşwîq bikin ku dengê xwe bidin û got, "Tevlîbûna koçberên welatiyên Swîsreyê li qada siyasetê, kêm e. Em di heman demê de dixwazin zimanê dayikê, çand û nasanmeyê nas bikin û teşwîq bikin. Ji ber ku em vê yekê weke dewlemendiyekê qebûl dikin, bi deh zimanan daxuyaniya çapemeniyê didin û dixwazin koçberan teşwîqî tevlîbûna li nava jiyana siyasî bikin."