Pompeo careke din diçe Koreya Bakur

Wezîrê Karên Derve yê DYA'yê Pompeo di çarçoveya projeya 'Paqijbûna Koreya Bakur ji nukleerê' de careke din diçe wî welatî.

Hate ragihandin, Wezîrê Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Mîke Pompeo wê 5'ê Tîrmehê careke din biçe Koreya Bakur.

Li gorî daxuyaniya Qesra Spî, Pompeo wê li Pyongyangê bi lîderê Koreya Bakur Kîm Jong-ûn re rûnê.

Berdevka Qesra Spî Sarah Sanders got, di hevdîtinê de wê kar û barên ji bo dewamkirina pêvajoya 'paqijbûna Koreya Bakur ji nukleerê' bên nirxandin.

Koreya Bakur van salên dawî gelek caran fuzeyên balîstîk û çekên nukleerî ceribandibû û vê yekê rê li ber nerazîbûna DYA, Koreya Başûr, Japonya û gelek welatên din vekiribû.

Trûmp û Kîm Jong-ûn 12'ê Hezîranê li Sîngapûrê li hev rûniştibû û aloziya ji ber mijara nukleerî derketibû, kêm bûbû.

Kîm Jong-ûn di çarçoveya projeya 'paqijbûna ji nukleerê' de ferman dabû ku tekane navenda ceribandina nukleerê ya li welatê xwe bê îmhakirin.

Wezîrê Karên Derve yê DYA Pompeo beriya niha di çarçoveya amadekariyên hevdîtina 12'ê Hezîranê de çûbû Koreya Bakur.