Polonyayê li gel dijberiya YE, qanûna reforma dadgeriyê qebûl kir
Tevî nerazîbûna gel û hişyariyên tund ên Yekîtiya Ewropayê (YE) jî, Parlamenta Polonyayê qanûneke ku dikare derbê li serxwebûna dadgeriyê bixe, qebûl kir.
Tevî nerazîbûna gel û hişyariyên tund ên Yekîtiya Ewropayê (YE) jî, Parlamenta Polonyayê qanûneke ku dikare derbê li serxwebûna dadgeriyê bixe, qebûl kir.
Pêşnûme qanûna ku kontrola desthilatdariyê ya li ser sîstema dadgeriyê zêde dike, ku di navbera Yekîtiya Ewropayê û Partiya Hiqûq û Edaletê (Pîs) a li Polonyayê desthilatdar e rê li ber aloziyê vekir, hate erêkirin.
Dengdan li baskê jêrîn ê parlamentê Sejmê hate kirin û li hemberî 192 dengê 'na' bi 235 dengê 'erê' hate qebûlkirin. Di vê dengdana li ser pêşnûmeya partiya desthilatdar de, 23 parlamenter jî bê alî man.
Partiyên mûxalîf ên li Polonyayê jî dibêjin, bi rêya vê qanûnê wê desthilatdarî derbê li serxwebûna dadgeriyê û cudahiya navbera hêzan bixe.
Bi qanûneke din re ku roja 12'ê Tîrmehê hate erêkirin, wê nedamên konseya Dadgeriyê ya Neteweyî ji aliyê parlamentê ve bên hilbijartin. Her wiha li gorî qanûneke din jî, Wezîrê Edaletê dikare serokê hin dadgehan bi xwe hilbijêre.
Li dijî vê 'reforma dadgeriyê' ya hikumeta Polonyayê, li welêt gelek xwepêşandan hatibûn lidarxistin û Yekîtiya Ewropayê jî nerazîbûneke tund nîşan dabû. Alîkarê Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Frans Tîmmermans dabû xuyakirin, ku ew dikarin xala 7. a Peymana Yekîtiya Ewropayê bixin dewrê û danekirinan li ser Polonyayê ferz bikin.