Polonya dixwaze ji Peymana Stenbolê vekişe

Li Polonyayê hikûmeta rastgir a radîkal dixwaze ji Peymana Stenbolê vekişe, ku ev peyman têkilî tundiya li ser jinê peymana Ewropayê ye.

Li gorî ajansa nûçeyan Polîsh Press Agency Wezîrê Dadê Zbîgnîew Zîbore Şemiyê di daxuyaniyeke çapemeniyê de diyar kiriye hikûmeta Duşemê wê ji Wezareta Malbatê bixwaze ku ji Peymana Stenbolê veqete.

Wezîrê Dadê got Peymana Stenbolê ''bi hêmanên îdeolojîk e'' û ''dijberî zayendiya biyolojîk xwedêgiravî çeşnekî sosyo-kulturî ava dike.''

Li gorî wezîrê Polonî hikûmet vê qebûl nake û zirar dibîne.

Zîobro her wiha got yasayên Polonî li dijî tundiya navmalî jixwe têra xwe berevaniyê dike.

Beriya vê daxuyaniyê bi rojekê bi hezaran jin li tevahiya welêt xwe berdabin nav kuçe û kolanan hewldana ji bo zirardana mafê jinan şermezar kiribû.