Politîkaya penaberiyê ya Trûmp ji aliyê deh hezaran kesî ve hate protestokirin

Bi armanca prostokirina politîkaya penaberiyê ya Serokê DYA Donald Trûmp a li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin.

Yek ji çalakiyên herî mezin li Washîngtonê li parka nêzî Qesra Spî hate kirin. Trûmp jî li Bedmînster a nêzî New Yorkê lîstika golfê dileyîst.

Çalakî bi dirûşmeya ‘Divê malbat bihevre bin’ hatin lidarxistin. Li New Yorkê bi hezaran kes li başûrê Manhattan li hev civiyan û ber bi taxa Brooklynê ve meşiyan. Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên ‘ICE’yê (polîsên penaberiyê) betal bikin’ , ‘New Yorka me New Yorka koçberan e’ û ‘Divê malbat bihevrebin’ hatin berzkirin. Di çalakiyê de pankarta ‘Bi dengek bihêz û bilind ‘penaber hûn bixêrhatin’ hate vekirin.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Trûmp, li ser nerazîbûna li tevahiya welêt û welatên cîhanê hatî, biryarnameyeke ku zarokan ji malbatên wan diqetîne qedexe dike mohr kiribû.

Li DYA’yê polîsê penaberiyê di sala 2003’an piştî êrîşa 11’ê Îlonê 2 salan hate avakirin. ICE politîkaya ‘toleransa sifir’ a rêveberiya Trûmp dide nîşnadan. Trûmp li ser Twîtterê polîsên ICE parast û îdîa kir ku ‘xebateke fantastÎk li dijî hêmanên krîmînal e’.