Polîsên Srî Lankayê li 140 DAÎŞ'iyan digerin

Polîsên Srî Lankayê, piştî komkujiya ku bi sedan kesî jiyana xwe ji dest dan, li 140 kesî digerin ku gumanan jê dikin bi DAÎŞ'ê re têkiliya xwe hene.

Serokkomar Maithripala Sirisena diyar kir, piştî komkujiya roja Yekşemê bi gumana ku têkiliya xwe bi DAÎŞ'ê re heye li 140 kesî tê gerîn. Serokkomar da xuyakirin, ciwanên Srî Lankayê jî ji sala 2013'an ve tevlî DAÎŞ'ê dibin.

Serokkomar her wiha hikumeta Serokwezîr Ranil Wickremesinghe rexne kir, ku sîstema îstîxbaratê lawaz dike.

Bîlançoya komkujiya li Dêr û Otelan hate kirin, jinûve hate nirxandin. Beriya niha hatibû ragihandin ku 359 kesî jiyana xwe ji dest dane, lê ev hejmar daxistin 253 kesî.

Tê gotin, yek ji kiryarên sereke yên komkujiyê Zahran Haşim e ku tundrewekî Srî Lankayî ye. Hate ragihandin, Haşim di nava yek ji êrîşkarên bombeyî de bû û di êrîşa ser otelekê de miriye. DAÎŞ'ê berpiryariya êrîşê li xwe girtibû û dîmenek weşandibû. Di dîmen de dihate dîtin ku Haşim tevî heft kesan soza dilsoziya bi şefê DAÎŞ'ê Ebûbekir El Bagdadî dixwar.

Haşim serkêşê koma National Thowheeth Jama'ath (NTJ) ye, ku ji komkujiyê berpirsyar tê dîtin.