Plana piştî şer a Netanyahû: Rayedarên herêmî

Li gorî nûçeyên çapemeniya Îsraîlê, Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahû planek pêşniyar kir ku piştî şer Xeze ji aliyê rayedarên Fîlîstînê ve were birêvebirin.

Netanyahû şeva Pêncşemê pêşniyareke pir madeyî pêşkêşî kabîneya ewlehiyê ya hikûmetê kir. Pêşniyar bi bibîrxistina armancên wan ên li Xezeyê destpê dike: “Belavkirina Hamas û Cîhada Îslamî û hemû dîlgirtî bên berdan.”

KARMENDÊN HERÊMÎ

Li gorî nûçeya The Tîmes of Israel a li ser esasê hêmanên esas ên planê, karên sivîl ên Xezeyê wê ji aliyê “karmendên herêmî ku têkîliya wan bi welat an jî saziyên ku piştgiriyê didin terorîzmê re nîne û xwedî tecrubeya îdarî ne” ve were birêvebirin.

Di planê de qala Rêveberiya Fîlîstînê ya li Şerîaya Rojava ya dagirkirî desthilatdar e, nayê kirin. Lê bi eşkere jî tevlîbûna rêveberiya Xezeyê jî nayê cudakirin.

LI TEVAHIYA SÎNOR HERÊMA TAMPON

Piştî ku şer bi dawî bû jî artêşa Îsraîlê bi îdîaya “ji nû ve pêşî li zindîbûna fealiyetên terorîst bigire” wê li tevahiya Xezeyê bikare operasyonê bike.

Di raporê de tê gotin ku li aliyê Fîlîstînê yê sînorê Xezeyê herêmeke tampon a ewlehiyê bê avakirin û hingî ku pêdivî bi ewlehiyê hebe wê herêma tampon li cihê xwe bê bikaranîn.

Ev hikûm bi vîzyona rêveberiya DYE’yê re ku li dijî wê yekê ku piştî şer xaka Fîlîstînê biçûk bibe, di nava nakokiyê de ye.

WÊ LI XEZEYÊ LEŞKER NEBIN

Rapor pêşbînî dike ku Îsraîl “ji bo pêşî li xurtbûna bingehên terorîst ên li Şerîaya Rojava û Xezeyê bigire û gefên li dijî Îsraîlê asteng bike” wê ji bejahî, behrê û hewayê “li ser hemû devera li rojavayê Urdunê” kontrola ewlehiyê pêk bîne.

Di planê de ev yek heye: “Ji bo qanûn û sîstema Xezeyê bê parastin, ji tişta pêwîst wêdetir wê bi temamî leşker nemînin” û “Hemû saziyên dolî, perwerde û civakî yên li Xezeyê wê ji radîkalîzmê bên paqijkirin”.

GIRTINA SÎNORÊ MISIRÊ

Li gorî planê divê Saziya Fîlîstînê ya Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) ji holê bê rakirin, ku hin xebatkarên vê saziyê ji aliyê Îsraîlê ve bi tevlîbûna li nava êrîşa Hamasê ya 7’ê Cotmehê dihatin sûcdarkirin.

Têkildarî sînorê di navbera Misir û Xezeyê de plan ji bo ji nû ve destpêkirina fealiyetên “terorîst” û “qeçaxçitiyê” asteng bike pêşbînî dike ku sînorê Misirê “bê girtin”.