Plana îlhakê ya Îsraîlê kete asteke krîtîk

Plana îlhakê ya Îsraîlê ya li Şerîaya Rojava kete asteke krîtîk. Tê diyarkirin ku hikumet wê di 1’ê Tîrmehê de stratejiya xwe eşkere bike.

Hê nehatiye zelalkirin bê ka wê plana îlhakê ya ku wê Îsraîl li Şerîaya Rojava pêk bîne, bi çi awayî têkeve meriyetê. Tê payin ku hikumet wê di 1’ê Tîrmehê de stratejiya xwe eşkere bike.

Plana ku rêveberiya Serokê DYE’yê Donald Trûmp çêkiriye, beşeke mezin a Filîstînê wê têkeve ber îlhakê. Li gorî planê wê koloniyên Cihûyan û Geliyê Urdunê ya li Şerîaya Rojava were îlhakkirin. Sînorê rojhilat ê Îsraîlê jî wê wisa were diyarkirin. Li gorî planê Qudûs jî paytexta Îsraîlê ye. Qudûsa Rojhilat ji sala 1967’an û vir ve hatiye dagirkirin. Dewleta Îsraîlê bi awayekî fermî Şerîaya Rojava wekî ‘Yahûdiye û Samarya’ bi nav dike.

YE jî ji bo Îsraîlê dibe avantaj. Di heman demê de gelê Filîstinê li hemberî vê projeyê jî seferberiyeke wê ya mezin a navneteweyî tune. Tê diyarkirin ku bi vê projeyê re têkiliyên Îsraîlê yên bi cîran û cîhana Ereban jî dibe ku xisarê bibîne. Li gorî rayedarên Filîstînê li dijî vê planê koalîsyoneke mezin a navneteweyî heye.