Piştî rizgarkirina Mûsilê cara yekem teqînek pêk hat

Li bajarê Mûsil ê Iraqê li nêzî restorantekê wesayîteke bombebarkirî teqiya.

Çavkaniyên ewlekariyê ragihandin ku di encama teqîna wesayîteke bombebarkirî ya li nêzî restorantekê de bi kêmanî 3 kes mirine. Her wiha hate gotin ku nêzî 10 kes jî birîndar bûne.

Ev êrîş piştî rizgarkirina Mûsil a Tîrmeha 2017’an a ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê û şûn ve bomeya yekem e ku teqiya ye.

Çeteyên DAÎŞ’ê Hezîrana 2014’an hema bêje bê şer Mûsil dagir kiribû û li vir xelîfetiya xwe ragihandibû. Dagirkirina Mûsilê ji bo çeteyên DAÎŞ’ê bû bingehê hovîtiya xwe li ser xakekî berfireh a Iraq û Sûriyeyê bike.