Piştî ETA’yê cîvîna yekem: Hedef aştiya civakê ye

Piştî ku Welatê Baskê û Azadî (Eûskadi ta Askatasûna- ETA) bi awayekî fermî feshkirina tevgera xwe îlan kir, duh li Fransayê civîn hate li darxistin û di civînê de welatên Baskê carek din qala aşitiyê kirin.

ETA ku ji sala 1959’an heya 2011’an li dijî Îspanya û Fransayê çalakiyên çekdarî li darxist, sala derbasbûyî çekên xwe radestî aktivîstên aşitiyê kiribû. ETA’yê roja Pênçşemê bi awayekî fermî feshkirina tevgera xwe ragihand.

Piştî biryara ETA’yê duh li Cambo-les-Baîns ku dikeve xaka Bask a li Fransyê civîn hatibû lidarxistin û gelek şexsiyetên navnetewî beşdar bûbûn. Serokê berê yê Sîn Feîn Gery Adams û hiqûqnasê Efrîqaya Başûr Brîan Cûrrîn jî beşdarî civînê bûn.

Partiya Netewperest a Baskê (PNV), nûnerên partiya çepgir a EH Bîldû û gelek kesên navdar ên herêmî û navnetewî beşdarî civînê bûn. Lê rêveberiya xweser a Bask’ê bi hinceta ku ‘’bi têrkarî bi rexnedayinê nêz nebûye’  beşdarî civînê nebû.

Piştî civîna ku ji aliyê tevgera aştiyê ya Bake bidea ku li Fransayê  xebatan dimeşîne, deklerasyan hate weşandin. Di deklerasyonê de tê gotin ku piştî têkoşîna çekdarî ya dehan salan, a di xaka welatê Baskê de ji bo pêkanîna aşitiyê wê xebat were kirin. Di deklerasyonê de bi feshkirina ETA’yê re ,girtiyên di girtîgehan de jî di nav de, hate gotin ku aşitî ji bo hemû kesê pêwîste.

Serokê berê yê Sîn Feîn û aktivîstê aşitiyê yê Îrlandayê Gery Adams axivî û got nebûna hikûmetên Îspanya û Fransayê di civinê de kêmaniyeke gelek girînge.