Piştî 70 salan li Meksîkayê çepgirek bû Serokkomar

Li Meksîkayê, di hilbijartinên Serokkomariyê de ku roja Yekşemê hatin kirin, namzetê çepgir Andres Manûel Lopez Obrador bi dengekî zêde bi ser ket. Bi vî rengî desthilatdariya 70 salan a rastgiran qediya.

Meksîkiyan ji bo hilbijartinên serokkomarî û giştî dengê xwe dan. Lopez Obrador ê bi navê "AMLO" tê naskirin bi dengekî êde li pêş e. Li gorî texmînên destpêkê yên fermî, Obrador zêdeyî 53 ji sedî yê dengan stendiye. Du hevrikên Obrador hebûn. Serkêşê koalîsyona rast û çep Rîcardo Anaya 22 ji sedî, namzetê Partiya Şoreşger a Saziyî ya li desthilatdariyê Josê Antonîo Maede jî 16 ji sedî yê dengan stendin. Her du namzetan qebûl kirin ku têk çûne.

Obrador kampanya xwe ya hilbijartinê li ser têkoşîna li dijî şîdet û gendeliyê meşand ku ev her du pirsgirêk pirsgirêkên sereke yên Meksîkayê ne. Obrador li dijî gendeliya kûr, propaganda 'guhertina radîkal' kir û gelek beşên civakê li dora xwe civand. Obrador xwe weke namzetê li dijî sîstemê nîşan da. Piştî 70 salan, yekemcar namzetekî çepgir ji bo Serokkomariyê bû namzet.

Li Meksîkayê, li gorî daneyên fermî di sala 2017'an de 25 hezar kes hatin kuştin. Di dema kampanya hilbijartinê de jî 145 siyasetmedar hatin kuştin. Sibeha Yekşemê endamekî Partiya Karker hate kuştin.

Li Meksîkayê ku mafya û gendelî li hemû saziyan belav bûne, karekî giran û zehmet li ber lîderê çepgir e. Pirsgirêkeke din a bingehîn jî li ser krîza koçberan a bi Serokê DYA Donald Trûmp û peymanên aboriyê ye.

Tevî hilbijartinên Serokkomariyê her wiha hilbijartinên giştî, herêmî û şaredariyan jî hatin kirin. Tê gotin ku Obrador 5 ji 7 walîtiyan bi dest xistiye û tê texmînkirin koalîsyona "Tevgera Nûbûna Neteweyî-Morena" a bi serkêşiya wî, li Kongreyê serwer bûye.

Rêjeya tevlîbûnê ya li dengdanê 63 ji sedî ye. Li gorî anketên beriya hilbijartinê, 7 ji deh kesî polîtîkayên Serokkomarê heyî Enrîqûe Pena Nîeto neyînî didîtin. Partiy  Nîeto ji sala 1929'an heta sala 2000'î Meksîka bi rê ve bir. Piştre ji sala 2012'an heta 2018'an jî li ser desthilatdariyê ma. Di serdema navberê de jî partiyeke rastgir desthilatdar bû.