Pirsgirêka maskeyê veguheriye mîna şerekî tirsnak

Ji ber vîrûsa koronayê li her welatî pirsgirêka maskeyê rû da. Raya giştî nerazî ye. Dewlet ketine nava pêşbirkeke mezin. Mal ji hev didizin. Hilberînerê herî mezin Çînê di nava mehekê de nêzî 4 milyar maske firot.

Gelek welatên ku xizmeta xwe ya tenduristiyê kirine qurbanê polîtîkayên neolîberal, welê lê hatine ku li pêşberî şewbê nikarin ji bo maskeyan jî hilberînin.

Piştî ku vîrûsa korona ya nû derkete holê, li gelek deveran maske tên bikaranîn. Destpêkê li mirovên nenexweş nehate ferzkirin ku maskeyê bi rûyê ve bikin, lê belê meyla hikumetan û pisporan li ser wê yekê ne ku bikaranîna maskeyê ji neçarî bibe.

Di halê hazir de li tevahiya cîhanê hewldana ji bo peydakirina maskeyê heye. Ji ber sîstema global a heyî, ev yek di navbera dewletan, şîrketan û rêveberiyên xwecihî de veguherî pêşbirkekê. Pêwîstiya hemûyan bi lezgînî bi maskeyê heye, li gel hemûyan jî maske kêm in. Asta pêşbirkê gihîşt rewşeke metirsîdar. Yên ku pereyekî zêdetir dide, dikarin maskeyên ku berê ji aliyê hinekî din ve hatine kirîn bikire. Bi gotineke din, bi rengekî korsanî tên desteserkirin.

PÊŞBIRKA TIRSNAK

Li febrîqeyên li Çînê, nûnerên gelek welatan ji bo malzemeyên tibî bikirin di nava pêşbirkê de ne. Parlamenterê Ûkraynayî Andriyî Motovylovets li ser hesabê xwe yê Facebookê parvekirinek kir, bal kişand ser welatên Rûsya, DYE û Fransa û got, "Pereyê wan zêde ye, pere li ber destê wan e. Ji bo her kargoyê têdikoşin."

Serokê herêma Provence-Alpes-Cote d'Azur a Fransayê diyar kir, li balafirgeh, febrqîe û platformên lojîstîk ên Çînê rewş aloz e û nerazîbûn nîşan da ku sextekarî zêde ye.

Li Çînê lîsansa firotinê ya çend hilberîneran hene. Yên din jî neçar dimînin ku ji bo firotinê bi rêya şîrketên navbeynkar kar bikin. Ji ber vê yekê gelek navbeynkar hene.

'BAZARA TEDARIKÊ LI BER TÊKÇÛNÊ'

Ji Zanîngeha Washîngtonê Chrîstopher R. Yûkîns ji AFP'ê re axivî û got, "Ji bo Covîd-19 bazara tedarikkirinê kêm maye têk biçe" û destnîşan kir ku hevrikî berdêla vê yekê dide.

Ji Enstîtuya Thomas More ya Belçîkayê Jean-Sylvestre Mongrenîer jî got, "Di navbera dewletan de pêşbirk û hevrikî heye."

Serokê herêma Noûvelle-Aqûîtanîne Alîan Roûsset ji rojnameya Le Monde re axivî û got, "Li Çînê pêşbirkeke maskeyê heye, ji bo mirov daxwaza maskeyan bikin divê şûr ji şûna wê derxînin." Fransa ji bo ji Çînê 600 milyon maske bikire pireke hewayî ya bi maliyeteke bilind ava kir.

Di halê hazir de li nava Yekîtiya Ewropayê tenê li çar welatan maske, lepik û kincên xweparastinê tên hilberandin. Lê belê ti welat ne xwedî wê hêzê ye ku malzemeyên xwe yên tibî bi têra xwe çêbikin.

KARÊ KORSANÎ YÊN DYE'YÊ

Rayedar êdî hêdî hêdî welatiyan hemûyan teşwîq dikin ku maskeyan bidin ber devê xwe. Şerê li ser maskeyê mezin dibe. Li gorî Deutschel Welle, li bajarê Berlînê ji maskeyên tibî yên FFP2 ji bo poLîsan 200 hezar hatine xwestin, lê belê Emerîkiyan li Bangkokê kargo rawestandine. Tê payin ku ev rewş bibe sedema aloziya dîplomatîk. Rêveberiya Berlînê ji bo vê yekê got, "korsanî" û nerazîbûn nîşan da.

Ev hevrikî û pêşbirkî êdî di asta global de tê kirin, serkêşê wê jî DYE ye. Çîn buhayê maskeyan zêde dike. Yên ku dest datînin ser kargoyan ne tenê Emerîkî ne. Komara Çekê jî dest danî ser malzemeyên parastinê yên ji bo Îtalyayê. Fransayê nerazîbûn nîşan dabe jî tenê mexdûr nîne. 4 milyon maskeyên şîrketeke Swîsreyî dema ji Fransayê dihatin derbaskirin, beşek ji wan hatin desteserkirin.

Serokwezîrê Kanadayê Jûstîn Trûdeû ji Radîo Canadayê re axivî û diyar kir, ji ber ku maskeyên ji bo Qûebecê ji aliyê DYE'yê ve hatine desteserkirin ew gelekî bi fikar in.

ÇÎNÊ DI NAVA MEHEKÊ DE 4 MILYAR MASKE FIROT

Çîn tevî ku hejmara nexweşan kêm bû, ji bo hilberîna malzemeyên tibî febrîqe teşwîq kir.

Ji berpirsyarên servîsa gumrukê ya Çînî Jîn Haî diyar kir ku ji 1'ê Adarê û vir ve ji bo 50 welatî 3.86 milyar maske, 37.5 milyon kincê xweparastinê, 16 hezar cîhazên hilmstandinê û 2.84 milyon amûrên testê firotine. Maliyeta vê firotinê jî bi giştî 10.2 milyar yen (1.33 milyar Euro) ye.

Hin welat ji kalîteya malzemeyên tenduristiyê yên ji Çînê tên kirîn gazinan dikin. Hollandayê di 28'ê Adarê de têkildarî 600 hezar maskeyên ji Çînê hatin gilî kir. Li gorî Hollandayê maske ne li gorî pîvanên kalîteyê ne. Bi rengekî baş rûyê mirovan nagire û fîltre jî bi rengekî rast naxebite.