Piraniya welatên YE'yê dixwazin li ser Tirkî were jidandin

Piraniya Wezîrên Karê Derve yê YE'yê gotin ew dixwazin li ser Tirkiyê were jidandin.

10'ê Kanûnê welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) ji bo du rojan wê li hev bicivin û rojeva herî girîng wê Tirkiye be. Beriya civînê têkilî rejîma Enqerê ku li Deryaya Spî ya Rojhilat provakasyonan dike û bi Yewnanîstan û Qibrisê re rageşiyan dijî wezîrên karê derve yê 27 welatên Ewropayê Duşemê li Brûkselê civiyan û gotebêj kirin bê ka li ser Tirkiyê wê çi biryarên pêkirinê werin standin.

Piştî civîna wezîran Nûnerê Karê Derve yê YE'yê û nûnerê Payebilind ê Polîtîkaya Ewlehiyê Josep Borrell got helwesta Tirkiyê ber bi başiyê ve neçûye, xirabtir bûye. Borrel diyar kir biryara dawî wê li civîna lîderan were standin û got, bi rêveberiya Enqerê re rêya diyalogê nehatiye girtin.

Wezîrê Karê Derve yê Elman Heîko Maas got divê bi Tirkiyê re diyalog bidome lê li gel ku van heftiyên dawî ji bo lihevkirinê pir kêferat kirine jî ti encam nestandine û ew hêvî dikin biryara dawî li Konseya Ewropayê bi yek dengî were standin.

YEWNANÎSTAN DIXWAZE AMBARGOYA ÇEKAN LI SER TIRKIYÊ WERE DANÎN

Wezîrê Karê Derve yê Yewnanîstan Nîkos Dendîas got Tirkiye peyamên pozîtîf fêhm nekiriye, helwesta dagirker a Tirkiyê ya li Deryaya Rojhilat hemû YE'yê dike hedef. Wezîrê Karê Derve yê Ewûstûryayê Alexande Schallenberg jî got li ser nêzîkatiya li Tirkiyê divê guherînên radîkal bibin.

Li gorî agahiyên di medyaya Ewropî de piraniya wezîran dixwazin li ser Tirkiyê biryara pêkirinê were standin. Yewnanîstan dixwaze YE ambargoya çekan li Tirkiyê were danîn.  

Duşemê di civînê de Rejîma Pêkirinê ya Mafê Mirovan hate qebûlkirin. Li gorî vê serokdewlet an jî navê derveyî hikûmetê ku hurmetê nadin mafê mirovan, têciriya mirovan dikin, sûcên êşkence û tecawizê yên dijî mirovahiyê dikin wê nikaribin biçin YE'yê, hesabên wan ên benqeyan û mal û milkê wan werin desteserkirin.

Qebûlkirina Rejîma Pêkirinê ya Mafê Mirovan weke peyameke ji bo rejîma Erdogan hate şîrovekirin. Wezîrê Karê Derve yê Elman Maas got, ''Ên ku li gorî mafê mirovan naçin nema dikarin bi rehetî werin YE'yê û kirîn û firotinê bikin.'' Wezîrê Karê Derve yê Luksembûrgê Jean Asselborn jî got, ''Ev biryar hişyariyek li Tirkiyê ye.''