Philip Roth çû ser dilovaniya xwe

Yek ji nivîskarên navdar ên Amerîkî Philip Roth (85) çû ser dilovaniya xwe.

Nivîskarê ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Philip Roht ku pirtûkên wî hêjayî xelatên Pulitzer, Xelata Pirtûkan a Neteweyî û Xelatên Navneteweyî yên Man Bookerê hate dîtin, jiyana xwe ji dest da. Roth bi pirtûkên xwe yên bi navê "Feryada Portnoy", "Pastoral Amerîka" "Bi komunîstekî re zewicîm" dihate naskirin.

Hate ragihandin ku Roth ji ber nexweşiya dil jiyana xwe ji dest da.

Roth ê ji malbateke Yahûdî, 19'ê Adara 1933'an li bajarê Newark ê eyaleta New Jerseyê ji dayik bû. Piştî ku Zanîngeha Bucknellê qedand, li Zanîngeha Chicagoyê lîsansa xwe ya bilind kir.

Tê gotin, gelek çîrok û nivîsên wî yên rexneyê hene ku piraniya wan nebûne pirtûk.