Pezeşkiyan serdana xwe ya destpêkê li Bexdayê kir, 14 peyman hatin îmzekirin

Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan ji bo tifaqa di navbera Îran û Iraqê de xurt bike, ji bo 3 rojan serdana Bexdayê kir. Di roja yekem a serdanê de 14 peyman hatin îmzekirin.

Serokkomarê Îranê û şandeya berfireh a siyasî û aborî ya li gel, li Balefirgeha Navneteweyî ya Bexdayê ji aliyê Serokwezîrê Iraqê û rayedarên pilebilind ve bi merasîmek fermî hate pêşwazîkirin.

Medya Iraqê ragihand ku bi amadebûna Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî û Serokkomarê Iraqê Mesûd Pezeşkiyan 14 peymanên girêdayî mijarên cuda di navbera her du welatan de hatin îmzakirin.

Mijarên peymanên ku di navbera Iraq û Îranê de hatine îmzakirin wihane:

-Lihevkirina hevbeş li ser hevkariya ceribandinê (rahênan).

-Lihevkirina hevbeş ya têkildarî ciwan û werzîşê ya Iraq û Îranê.

-Lihevkirina hevbeş ya li ser danustandinên çandî, hunerî û arkeolojiyê yên Iraq û Îranê.

-Lihevkirina hevbeş ya hevkariya di warê perwerdeyê de.

-Lihevkirina hevbeş ya têkildarî hevkariya ji bo medya Iraq û Îranê.

-Lihevkirina hevbeş li ser hevkariya di warê peywendiyan de.

-Lihevkirina hevbeş ya têkildarî hevkariya di warê pêşxistina geştyarên ji bo cih û boneyên olî.

-Lihevkirina hevbeş ya derbarê hevkariya ji bo navçeyên sînor yên Iraq û Îranê.

-Lihevkirina hevbeş ya di warên çandinî û çavkaniyên xwezayî ya di navbera Iraq û Îranê de.

-Lihevkirina hevbeş ji bo hevkariya di warê karûbarên posteyê de.

-Lihevkirina hevbeş ya têkildarî hevkariya di warê parastina civakê de.

-Lihevkirina hevbeş ya ji bo hevkariya di warê perwerdehiya pîşeyî û teknîkî de.

-Lihevkirina hevbeş ya hevkariya ji bo pêşxistina hêza kar a jêhatî ya Iraq û Îranî.

-Lihevkirina hevbeş ya ji bo hevkariya di warê çalakiyên odeyên bazirganî yên Iraq û Îranê de.

Piştî temambûna hevdîtinan, Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan wê serdana Herêma Kurdistanê bike û li gel berpirsên Herêmê bicive.