Peywendiyên aborî di navbera Iraq û Îranê de digihînin 20 milyar dolaran

Piştî civîna Serokkomarê Iraqê Berhem Salih û Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî, hat diyar kirin ku biryar hatiye girtin peywendiyên aborî di navbera herdû welatan de bê xûrtkirin û ew ê bazirganiya aborî ji 12 milyar dolar bigihinîn 20 mîlyar dolaran.

Serokkomarê Iraqê Dr. Berhem Salih piştî serdana welatên Kûwêt, Îmarat û Ûrdûnê îro serdana Îranê kir û li gel Serokkomar Hesen Rûnahî civiya. Herdu serokkomaran têkildarî peywendiyên aborî û siyasî yên navbera herdu welatan de daxuyaniyek hevpar dan çapemeniyê.

Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî destpêkê axivî û wiha got; “Niha derfetekî mezin heye ji bo peywendiyên di navbera Iraq û Îranê de. Peywendiyên aborî yên di navbera herdu welatan de niha derdora 12 mîlyar dolarî ye û di pêşerojê de em dikarin vê hejmarê bikin 20 mîlyar dolar.”

Rûhanî wiha domand; “Li gel serokkomarê Iraqê têkildarî pirsên elektirîk û gazê de jî em axivîn. Li aliyê din derbarê rêyên hêsin ên girêdana herdu welatan de jî em axivîn û di demek nêzik de bi alîkariya wezareta darayî ya Iraqê şîrketên Îranê zutir li ser aliyê rêyên hêsan kar bikin û ev jî wê bibe sedama peywendiyên geştiyarê yên di navbera herdu welatan de.”

‘PÊWÎSTIYA ME BI DESTWERDANA DERVE NÎNE’

Rûhanî herî dawî wiha axivî; “Me derbarê avakirina navçeyên azad yên bazirganiyê yên di navbera herdu welatan li ser bingehê pîşesaziya hevbeş lihevkir. Ji serokkomarê Iraqê re me ragihand ku tu pêwistiya me bi destwerdana hêzên derve nîne.”

‘DI NAVBERA HERDU WELATAN DE PEYWENDIYÊN DÎROKÎ YÊN KEVIN HENE’

Serokkomarê Iraqê Dr. Berhem Salih jî got di navbera herdu welatan de di aliyê civakî, siyasî û dîrokê de pêywendiyên dîrokî hene û wiha got; “Di hemû bûyerên mezin ên li herêmê de Îran û Iraq hevbeş bûn. Ez spasiya dewleta Îranê jî dikim ku di aliyê tunekirina çeteyên DAÎŞ’ê de alîkarî dabûn Iraqê.”

Salih wiha domand; “Piştî rûxandina çeteyên DAÎŞ’ê di aliyê leşkerî de Iraqê destkeftiyên mezin bi dest xist, hem di aliyê nûjenkirina aborî û siyasî de. Lê pêwîstî bi avakirina aramiya jîngehan heye û divê li herêmê xizmetguzarî werin kirin. Rola Îranê jî em girîng dibînin. Rola Iraqê jî mezin û wê bi stratejîk be.”