Peymana qedexekirina çekên nukleer dikeve meriyetê
Peymana navneteweyî ya qedexekirina çekên nukleer bi erêkirina welatê 50’yan, wê di nava 90 rojan de bikeve meriyetê.
Peymana navneteweyî ya qedexekirina çekên nukleer bi erêkirina welatê 50’yan, wê di nava 90 rojan de bikeve meriyetê.
Hondûras bû welatê 50’yan ê ku qedexekirina çekên nukleer erê kirî. Bi îmzekirina Hondûrasê ya peymanê, li bendê ne ku di nava 90 rojan de bikeve meriyetê.
Serokê Komîteya Xaçasor a Navneteweyî Peter Maûder di daxuyaniya xwe de wiha nirxand, “Îro ji bo mirovahiyê girîng e, pêngaveke nû tê avêtin.”
Armanca peymanê ew e ku çekên nukleer bikaranîn, pêşxistin, hilberîn, ceribandin, stokkirin û gefa bikaranîna çekên wiha ji holê rakirine. Peymana Tebaxa 2017’an a li Cıvata Giştî a Neteweyên Yekbûyî (NY), 122 welatan piştgirî dabû, 84 welatan îmze kir.
DYE, Birîtanya, Fransa, Çîn û Rûsya ku Çekên nukleer lê hene, peyman îmze nekir.
Di salên dawî de, Nîjerya, Malezya, Malta û Tuvalu cihê xwe di nava welatên ku peyman îmze kirîn de girt. Îmzekirina Hondûrasê re peyman wê 21’ê Çileyê bikeve meriyetê.