Peymana Parîsê 5 salî ye: Gotin zehf in, emel nîne

Ji ber sala 5'an a Peymana Parîsê ya ku bi armanca germbûna global hatibû danîn, bi civîneke onlîne lîderan gelek soz dan. Sekreterê Giştî yê NY'yê Antonîo Guterres jî xwest, ''Rewşa Lezgin ya Avûhewayê'' were ragihandin.

Di sala 5'an de ya Peymana Parîsê, di civîna onlîne de lîderan gelk soz dan. Sekreterê Giştî yê NY'yê Antonî Guterres jî xwest ku ,''Rewşa Lezgîn a Avûhewayê'' were ragihandin.

Di sala 5'an a Peymana Parîsê de ya bi organîzekirina hevkar a Neteweyên Yekbûyî (NY), Ingilistan û Fransayê duh bi kombûneke onlîne Civîna Avûhewayê pêk hat.  Par biryar li ser hatibû dayin ku civîn li Glasgowê were kirin û di civîna 2020'an de lîderan planên xwe yên ji bo başkirina avûhewaya netewî bidana.

Di civînê de ku serekdewletên 76 welatan lê hazir bûn, hedefên ku lîderan danîn holê têr nehatin dîtin. Lîderan li ser planên avûhewayê ya 2030'î, li ser stratejiyên bêkarbonkirina maweya dirêj planên xwe dan, cîhana kar û nûnerên saziyên civakî jî bi vîdeoyên 2 deqeyî ku berê hatibûn girtin, daxwazên xwe gotin.

Sekreterê Giştî yê NY'yê Antonîo Guterres jî di civînê de axivî û ji lîderan xwest ku, ''Rewşa Lezgîn a Avûhewayê'' were ragihandin. Guterres diyar kir tenê bi ragihandineke wiha ew dikarin bi germbûna global re têbikoşin û got qewlên berdest ên dewletan têrê nake ku germbûna giştî di 1,5 pileyan de were hiştin.

Guterres diyar kir heke rota neyê guherandin vê sedsalê germbûna di ser 3 pileyan re wê ber bi germbûneke zêde biçe ku bibe bobelat. Sekreterê giştî got, ''Ez bang li hmeû lîderan dikim, heta ku bigihije notriya karbonê hemû welat Rewşa Lezgîn a Avûhewayê ragihînin.''

Serokê Ingilistanê Borîs Johnson li civînê axivî û got li gorî 1990'î heta 2030'î zêdebûna emisyonê heta bi 68 ji 100'î ew ê kêm bikin, Seroka Komîsyona Ewropayê Ursala Von der Leyen jî got li ser vê mijarê hedefa Yekîtiya Ewropayê 55 ji 100'î ye. Serokwezîra Elmanyayê soz da ku ew alîkariya madî bi wan welatên hejar re bikin, ku ji bo parastina avûhewayê têdikoşin.