Pêşnûmeya li ser Heşdî Şabî pêşkêşî Kongreya DYA hate kirin

Ji bo komên Esayîp Ehlî Hak û Hîzbûllah-Nûceba yên ser bi Heşdî Şabî terorîst werin îlankirin, pêşnûmeyek pêşkêşî Kongreya DYA hate kirin. Di pêşnûmeyê de hat ragihandin, ku her du kom alîgirê Îranê ne.

Pêşnûme ji aliyê endamên Kongreya DYA Trend Franks û Brad Sherman ve hate pêşkêşkirin û diwwaze komên bi navê Esayîp Ehlî Hak û Hîzbûllah-Nûceba yên Heşdî Şabî di lîsteya komên terorîst de werin bicihkirin.

Esayîb Ehlî Hak ku Kays Hezalî serkêşiyê jê re dike, di sala 2014'an de yek ji komên destpêkê yên çekdar e ku pêşî tevlî Heşdî Şabî bû.

Nûceba ya bi fermandariya Ekrem Kebî jî di sala 2013'an de li Iraqê ava bû.

Koma Nûceba, tevî hêzên xwe yên li herêmên cuda yên Iraqê, li hin herêmên stratejîk ên Sûriyeyê weke Şam û Helebê, yekîneyên xwe hene.