Pêşnûmeya li ser guhertina Obamacare hate qebûlkirin

Pêşnûmeya li ser guhertina Obamacare li Meclîsa Nûneran hate qebûlkirin.

Pêşnûmeya li ser guhertina sîstema sîgorta tenduristiyê, ku li DYA bi dehan mîlyon mirovên hatineya wan kêm e eleqedar dike û weke Obamacare tê binavkirin, li Meclîsa Nûneran hate qebûlkirin. Tê gotin, ev pêşnûme wê bandoreke neyînî li mîlyonan însanî bike.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Donald Trûmp di meha Adarê de xwestibû, qanûna bi navê Obamacare bi temamî rake, lê piştgiriya giştî ji bo vê yekê nedîtibû. Li ser vê yekê dest bi guhertina qanûnê kir.

Li Meclîsa Nûnera di dengdanê de ku piraniya endamên wê Partiya Komarger e, pêşnûmeya li ser guhertina qanûna Obamacare li hemberî 213 dengên dijber bi 217 dengan hate qebûlkirin. Balkêş e di dengdanê de 20 endamên Komarger jî dengê 'na' dane.

Lê belê, ji bo pêşnûme bibe qanûn divê ji aliyê Senatoyê ve jî bê qebûlkirin. Çav li rê ye, Senato piştî meha Hezîranê vê pêşnûmeyê binirxîne. Li Senatoyê hejmara senatorên ku destekê didin guhertina qanûna Obamacare, kêm e. Hatibû ragihandin, ku mîna li Meclîsa Nûneran wê li senatorên Komarger ên li Senatoyê jî li dijî vê derkevin. Li Senatoya ku 100 endamên xwe hene, 46 ji Partiya Demokrat, 52 ji Partiya Komarger û 2 jî Senatorên serbixwe hene.

Qanûna Obamacare, ku îmkanê sîgortaya tenduristiyê dide mirovên hatineya wan kêm e, weke yek ji girîngtirîn projeyên Serokê berê yê DYA Barack Obama tê dîtin. Eger ev qanûn were rakirin wê di nava 20 salan de 24 mîlyon mirov ji garantiya tenduristiyê bêpar bimînin.